Hewaya Herêma Kurdistanê paqijtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên dawî, kalîteya hewaya bajarên Herêma Kurdistanê li gorî salên borî baştir bûye.

Rayedaran ji Rûdawê re ragihand ku ev pêşketin bi saya girtina gelek rafîneriyên neyasayî û pêkanîna projeya "Ronakî"yê ye ku elektrîkê 24 saetan dabîn dike.

Berdevkê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdullah ji Rûdawê re got:

"Zêdetirî 3 hezar û 500 jeneratoran hatin rakirin. Vê yekê kalîteya hewayê bi awayekî berbiçav baştir kir û belavbûna gazên zererdar ên wekî karbondîoksîd û sulfurê kêm kir."

Mal û kargehên li Herêma Kurdistanê, ji ber qutbûna karebayê, bi salan bû ku girêdayî jeneratorên taybet ên mazotê bûn ku hem biha bûn û hem jî jîngeh qirêj dikirin.

Projeya "Ronakî" yek ji hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de projeya herî girîng e ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 saetî ye.

Li gorî daneyên Wezareta Elektrîkê, li Herêma Kurdistanê nêzîkî çar milyon kes ku dike zêdetirî nîvê nifûsê, niha ji wê projeya karebaya 24 saetî sûdê werdigirin.

Armanca vê pêngavê ew e ku heta dawiya sala 2026an zêdetirî 7 hezar û 350 jeneratorên taybet gav bi gav werin rakirin.

Fermana girtina zêdetirî 100 rafîneriyên neyasayî hat dayîn

Li gorî daneyên Rûdawê, heta niha li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 789 jenerator hatine rakirin û 3 hezar û 565 jenerator jî hîn kar dikin.

Li aliyê din, rayedarên Hewlêrê Tebaxa 2024an dest bi kampanyayeke mezin a têkoşîna li dijî qirêjiya jîngehê kir û fermana girtina zêdetirî 100 rafîneriyên neyasayî da.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw wê demê ragihandibû ku hemû rafîneriyên bêrûxsat dê bên girtin û hişyarî dabû xwediyên wan ku dê kar û barên yasayî werin kirin.

Umîd Xoşnaw ev pêngav wekî gaveke krîtîk ji bo başkirina kalîteya hewaya paytextê bi nav kiribû.

Senan Ebdullah li ser mijarê ji Rûdawê re got, "Li Hewlêrê 138 rafînerî hebûn û heta niha 85 ji wan hatine girtin."

Senan Ebdullah hişyarî da ku divê rafîneriyên mayî li gorî şert û mercên jîngehê û rêziknameyan tevbigerin, eger na ew jî dê bên girtin.

Senan Ebdullah şertên bingehîn ên wekî danîna fîltreyên hewayê, avakirina sîstemên paqijkirina av û paşmayiyan, xebitandina yekîneyên laboratuwarê û berfirehkirina qadên hêşîn ên li derdora rafîneriyan rêz kirin.

Her wiha hikûmetê bi armanca kêmkirina qirêjiya hewayê û nûjenkirina sîstema veguhastinê, çend gav ji bo teşwîqkirina bikaranîna wesayîtên hîbrîd û karebayî avêtin.

Yek ji gavên herî bi bandor jî rakirina temamî ya bacên gumrikê yên li ser otomobîlên karebayî bû.