Mala Mandela li Qamişlo hat vekirin

11-01-2014
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Qamişlo(Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, çalakvanên xort ji bo belavkirina aştî, lêborîn û azadiyê navendek bi navê Mala Mandela vekirin.

Damezrênerên vê navendê dibêjin ku ew dixawzin rewşenbîriya pêkvejiyanê di nava xelkê de belav bikin, herwiha ragihandin ku ew dê li ser pirensîpên aştî, lêborîn û azadiyê karê xwe di Mala Mandela de bikin.

Herwiha çalakvanên endamên Mala Mandêla eşkere kirin ku ew dixwazin xewna Mandela di pêkvejiyana aştiyane li Qamişlo pêk bînin, lewma hemû saziyên civaka sivîl dikarin karên xwe li wê malê bikin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo di merasîma vekirina Mala Mandela de amadebû û ev raport ji bo hogirên Rûdawê amade kir...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst