Fermande Barzanî: Çekdarên ku di êrişê de beşdar bibûn, hatin kuştin

11-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Guwêr (Rûdaw) – Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand, çekdarên DAIŞê dîsa li Guwêrê êrişî Pêşmerge kirin lê hemû çekdarên ku di êrişê de beşdar bibûn, hatin kuştin.

Çekdarên DAIŞê îro danê sibê dîsa li eniya Guwêrê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.

Li ser vê yekê, Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, îro danê sibê derdora saet 9, çekdarên DAIŞê li gundê Sultan Ebdullah dîsa êrişî Pêşmerge kirin lê êrişa wan hat şikandine.

Sîrwan Barzanî da zanîn ku hemû çekdarên ku di êrişê de beşdar bibûn, hatin kuştin û otomobîlên wan jî hatin şewitandin.

Fermandeyê eniya Mexmûrê Necat Elî jî ji Rûdawê re got, piştî şerê îro gellek kuştiyên DAIŞê û çekên wan ên giran li erdê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst