Encumena Wezîran sibe li Hewlêrê dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê dahat û xerciyên texmînkirî yên ji bo sala 2017ê, sibe roja pênşemiyê li Hewlêrê dicive û biryar e di civînê de encama civîna fraksyonên kurdistanî û hikûmetê werin pêşkêşkirin.

 

Wezîrê Çandinî û çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, Ebdulsetar Mecîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, sibe pênşemî 12ê Çileya 2017ê, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dicive.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, dê gotûbêj li ser 3 mijaran were kirin.

 

Di mijara yekem de, encama civîna roja 21ê Kanûna 2016ê ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksyonên kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê ya derbarê yasaya bûceya sala 2017 a Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê û dane ber hev a dahata destkevtî ya Herêma Kurdistanê bi rêya firotina petrolê bi awayê serbixwe dê werin gotûbêjkirin.

 

Di mijara duyem a civînê de, dê gotûbêj li ser raporta Wezareta Darayî û Aborî de bihê kirin, ku derbarê plana wezaretê bo amadekirina beyannameyeke darayî ya taybet bi dahatan û xerciyên giştî yên Herêma Kurdistanê bo sala 2016ê û amadekirina projeya seretayî bo dahat û xerciyên texmînkirî yên sala 2017ê de ye.

 

Herwiha mijara sêyem a civîna sibê ya Encumena Wezîran taybet dibe bo gotûbêjkirin li ser raporta Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ya derbarê derman û pêdawîstiyên pizîşkî û rêkxistina dahat û xerciyên taybet bi sektora tendirustiyê li Herêma Kurdistanê de.