Li Şingalê dê ji koçberan re xanî werin avakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo koçberên ku vedigerin Şingalê û xaniyê wan nîne dê xanî werin lêkirin.

Ev xanî dê li ser 50 donim zevî bên lêkirin û dê belaş bin.

Elî Cîhangîrê ku rayedarekî Wezareta Koçê ya Îraqê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku Wezareta Koçê ya Îraqê û Parêzgariya Nînowayê li ser terxankirina 50 donim zevî li hev kiriye.

Li gorî projeyê, xanî dê li Şingalê li ser 50 donimî werin avakirin û dê koçberên Şingalî yên ku vegerin cihê xwe li wan bi cih bibin.

“Hejmara xaniyan ne diyar e”

Elî Cîhangîr destnîşan kir ku dê van xaniyan belaş bidin koçberên ku vedigerin û got:

“Ev avahî dê bi pereyên Sindoqa Avakirina Şingal û Deşta Nînowayê û hevkarên din werin lêkirin.

Koçberên ku vegerin axa xwe bêyî ku pereyan bidin dê bikevin van xaniyan lê hejmara xaniyan dema xelasbûna projeyê de diyar in çimkî dive wezaret û aliyên pêwendîdar razî bibin.”

Sindoqa Avakirina Şingal û Deşta Nînowayê 17ê Îlona 2023yan hat avakirin û sermayeya wê 50 milyar dînar e.

Elî Cîhangîr herwiha da zanîn ku heta niha 22 hezar malbat vegeriyane Şingalê.

Li aliyê din, Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayeq û Parêzgarê Nînovayê Evdulqadir Dexîl li ser vê mijarê civiyan û wan li hev kir ku ji bo koçberan li ser 100 donim zevî xanî werin lêkirin.

Li gorî vê lihevkirinê, ji vî 100 donimî dê 50 donim li Şingalê û 50 donim jî li bajarê Mûsilê be.

Ev proje bi armanca ku koçber vegerin cihên xwe yên berê tê amadekirin.