Rêveberiya Xweser: Bila civaka navneteweyî helwesteke tund nîşan bide

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweseriya a Rojavayê Kurdistanê ji civaka navneteweyî xwest ku helwesteke tund li hemberî binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê nîşan bide.

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro beşdarî meşa girseyî ya li Reqayê bû ku ji bo şermezarkirina binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatibû organîzekirin.

Di meşê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan li gel şêniyên Reqayê amade bûn.

Beşdarên meşê dirûşmên şermezarkirina binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berz kirin û silav li berxwedana şêniyên her du taxan kirin.

"Helwesta navneteweyî pêwîst e"

Şêx Huseyîn El Teqas di meşê de li ser navê Konferansa Îslama Demokratîk û Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Reqayê axivî..

Di axaftinan de binpêkirinên li dijî şêniyên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê hatin şermezarkirin.

Her wiha bangî civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî van binpêkirinan helwestên tund nîşan bide.