Hengaw: Nasnameyên 42 kurdên ku hatine kuştin diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raporta xwe ya herî nû de nasnameya 50 kuştiyên xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştrast kir û ragihand ku piraniya wan Kurd in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê îro ragihand, tevî qutbûna înternetê û zextên ewlehiyê wan kariye nasnameya 50 kesên di xwenîşandanan de hatine kuştin piştrast bikin.

Li gorî amara Hengawê, ji wan 50 kesan 42 kes Kurd in û 4 kes jî welatiyên Gîlekê ne.

Her wiha di nav kuştiyan de 6 zarokên di bin 18 saliyê de û du jin jî hene.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Îranê di çalakiyan de herî kêm 116 kes hatine kuştin û Hengawê kariye nasnameya 50 kesî piştrast bike.

Lêkolîn li ser 20 kesên din berdewam dike

Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir, "Zanyarî li ser kuştina 20 kesên din jî gihîştine ber destê me û tîmên me mijûlî piştrastkirina wan in."

Ev amar di demekê de ne ku heta niha hikûmeta Îranê ti amarên fermî derbarê hejmara kuştî û birîndaran belav nekiriye.

Sedema xwenîşandanan

Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û xerabbûna rewşa aborî bi greva kasibkaran li Tehranê dest pê kir û piştre li hemû parêzgehên Îranê belav bû.

Di heman demê de li gel zêdebûna aloziyan, ev sê roj in hikûmeta Îranê înterneta li seranserê welêt û Rojhilatê Kurdistanê qut kiriye.

Saziya NetBlocksê ragihand ku armanca vê yekê "tepisandina nerazîbûnên berfireh e."

Înê jî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamîneyî xwenîşandêr wekî "têkder û nokerên hêzên derve" bi nav kiribûn û gef xwaribû ku "li hemberî kesên têkder nermiyê nîşan nadin."