Asayîş: Fermandarê me Ziyad Heleb şehîd ket

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ziyad Heleb Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku Fermandarê Asayîşa Şêx Meqsûdê Ziyad Helebê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest daye.

Fermandariya Asayîşê ya ku ewlehiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê (taxên ku Kurd lê dijîn) dabîn dike, piştrast kir ku fermandarê wan ê payebilind di şer de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de hat diyarkirin ku fermandar 10ê Kanûna Paşîn heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye.

"Êrişên bi çekên giran û piştgiriya asmanî"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê" bi "piştgiriya Tirkiyeyê" ji 6ê Kanûna Paşîn ve dest bi êrişeke berfireh a li ser her du taxan kiriye.

Hat diyarkirin ku êriş ji bejahî û asman ve bi çekên giran tên kirin û hêzên ewlehiyê yên li herêmê jî "berxwedaneke dîrokî" nîşan didin.

Rayedarên Asayîşê diyar kir ku di şerê kolanan de gelek tank û wesayîtên zirxî yên komên çekdar hatine îmhakirin û windahiyên giran dane komên êrişkar.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin ku Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb canê xwe ji dest daye.

Agahiyên nasnameya Ziyad Heleb wisa ne:

Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr): 1988an li Efrînê ji dayîk bûye. Sala 2011an dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir tevlî refên YPGyê bû.

Di navbera salên 2011-2015an de di şerê Helebê de roleke çalak lîst.

Fermandariya Asayîşê amaje bi tomara dengî ya Ziyad Heleb kir ku beriya mirina xwe hiştibû û digot, "Li dijî siyaseta teslîmiyetê em dê heta nefesa xwe ya dawî kolan bi kolan şer bikin" û diyar kir ku fermandar heta kêliya dawî li qada şer maye.

Fermandariya Asayîşê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Di şexsê fermandar Ziyad de, em hemû şehîdên berxwedana Eşrefiye û Şêx Meqsûdê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst