Zana Farqînî: Asîmîlasyon, wekî hespekî bi çar gavan diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler û Zimanzan Zana Farqînî ragihand ku dersên hilbijartî yên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî) encama têkoşîna gelê Kurd e û wekî "lûtfekê" nehatine dayîn.
Farqînî hişyarî da ku asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî gihîştiye asteke metirsîdar û got, "Asîmîlasyon ne bi awayekî sivik, wekî meşa hespekî bi çar gavê diçe."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên Kurdî ji bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an berdewam dike.
Malbat û xwendekar dikarin hata 20ê Sibatê dersên bijarde hilbijêrin.
Di demekê de ku kampanyayên ji bo hilbijartina dersên Kurdî germ bûne, Lêkoler û Zimanzan Zana Farqînî li Amedê mêvanê Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bû û nirxandinên girîng li ser rewşa ziman, pêvajoya dersên hilbijartî û siyaseta dewletê kirin.
"Dersa bijarde destkefteke têkoşînê ye"
Zana Farqînî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku mafê dersa bijarde bi hêsanî nehatiye bidestxistin.
Farqînî diyar kir ku ev maf berhema ked û xebata salan e û wiha got:
"Ez bawer im ku ev destkeftek e û encama têkoşîna gelê Kurd e.
Kesî ev maf bi niyeta pak an jî ji dilê xwe nedaye me, ev bi saya têkoşînê hatiye bidestxistin lê belê derdê Kurdan ne dersa bijarde ye.
Derdê Kurdan ew e ku ev ziman ji bin metirsiyê derkeve û di warê perwerdeyê de bi awayekî bingehîn, qanûnî û di makqanûnê de wekî mafekî were garantîkirin.
Ango divê statuyek ji bo vî zimanî hebe û zarok bi vî zimanî perwerde bibin."
"Kurdî ji bo zarokan bûye zimanekî biyanî"
Zimanzanê Kurd bal kişand ser metirsiya mezin a li ser zimanê Kurdî û guherîna civakî ya li Bakurê Kurdistanê.
Farqînî diyar kir ku eger ziman nebe zimanê perwerdeyê, veguhestina wî ya ji nifşekî ji bo nifşê din qut dibe û wiha pê de çû:
"Gava em li rewşa zimanê Kurdî ya li Bakur dinerin, em dibînin ku di rewşeke dezavantaj de ye.
Ji ber ku li nav malê jî êdî ziman nayê parastin û nayê hîvîşandin.
Derfet nîne yan jî mimkun nabe ku êdî zarok careke din li zimanê xwe vegere.”
"Asîmîlasyon wekî hespekî bi çar gavê diçe"
Zana Farqînî ji bo pênasekirina leza asîmîlasyonê meteforeke balkêş bi kar anî û rewş wekî "meşa hespekî bi çar gavê" bi nav kir.
Farqînî wiha axivî:
"Ev qutbûna ziman metirsiyeke mezin e ji bo avabûna refleksa zimanê Kurdî û çandî li cem zarokan.
Loma pispor dibêjin divê ji destpêkê ve fêrî Kurdî bibin.
Lêkolînên sosyo-lînguîstîk (zimannasiya civakî) nîşan didin ku xetere mezin e.
Zarok û ciwan bi vî zimanî napeyivin, dê û bav zarokên xwe fêrî vî zimanî nakin.
Gava ku zarok û ciwanên miletekî bi zimanê xwe nedin û nestînin, bi wî zimanî mezin nabin ev tê wateya ku asîmîlasyon ne bi awayekî sivik, lê wekî meşa hespekî bi çar gavê diçe."
Astengiyên li pêşiya dersên Kurdî
Li ser pirsa kêmbûna hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin, Farqînî bal kişand ser polîtîkayên dewletê û kêmasiyên heyî.
Farqînî sedemên vê rewşê wiha rêz kirin:
"Ez vê yekê bi sê sedeman ve girê didim. Yek jê helwesta dewletê û saziyên perwerdeyê ye.
Dewletê derfet û imkan daye, ev maf bi fermî heye lê di dema hilbijartina van dersan û tayînkirina mamosteyan de astengiyan derdixin.
Ji ber ku mamoste nînin, polan venakin û bi vî awayî pêşiya wê digirin.
Mafekî li ser kaxezê heye, lê di pratîkê de heta ji destê wan tê rê li ber digirin."
"Têkoşîn divê bi du aliyan bimeşe"
Di dawiya axaftina xwe de Zana Farqînî bang li Kurdan kir ku hem xwedî li mafê heyî derkevin û hem jî ji bo mafên mezintir têkoşînê bidomînin.
Farqînî gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Helwesta gelê Kurd bi xwe jî girîng e. Divê em zanibin ku ev mafekî rewa ye. Divê Kurd di dersên hilbijartî de xwedî derkevin.
Lê daxwaza wan a sereke divê fermîbûn, ango statuya zimanê Kurdî be.
Têkoşîna gelê Kurd di vî warî de divê bi du aliyan bimeşe: Aliyek jê sûdwergirtina ji tiştê ku hatiye bidestxistin, aliyê din jî berfirehkirina qada maf û azadiyan e.
Divê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî girseyî were kirin û têkoşîn bidome."