Barhilgirên alîkariyê yên ji Amedê gihîştin Kobaniyê
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya mirovî ya ku ji Amedê hat şandin û ji 17 barhilgiran pêk tê gihîşt Kobaniyê.
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, kel û pelên alîkariyê ji bo Kobaniya ku di bin dorpêçê de ye kom kiribûn.
Karwanê alîkariyê di ser Deriyê Sînorî yê Ezazê re derbas bû û gihîşt bajêrê Kobaniyê.
Karwanê ku ji 17 barhilgiran pêk tê û tê de xwarin û pêdiviyên serekî hene, ji aliyê Heyva Sor a Sûriyeyê ve hat veguhestin.
Alîkarê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Erdal Avşar û Parêzer Rihan Gok di veguhastina alîkariyê de bi karwan re bûn.
Çi bûbû?
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, ji bo mexdûrên êrişên dawî yên li Kobaniyê karwanekî alîkariyê ya ku ji 25 pêk dihat amade kiribû.
Di nava 25 barhilgirên alîkariyê de av, şîr, mama, kelûpelên paqijiyê yên jinan, betanî, doşek û xwarin hebûn.
Karwan ji Ameda Bakurê Kurdistanê ber bi navçeya Sirûcê ya Rihayê ve hatibû birêkirin da ku derbasî Kobaniyê bibe.
Li gel hemû hewldanên Platforma Amedê jî rayedarên Tirkiyeyê rê neda ku alîkarî di Deriyê Sînorî yê Nisêbînê re derbasî Kobaniyê bibin.
Piştî ku destûr ji bo derbasbûna şandeyê û barhilgiran nehat dayîn, 25 barhilgirên alîkariyê neçar man û vegeriyan parêzgeha Amedê.