Li 5 parêzgehan 22 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha, Edene, Îzmir û Qeyseriyê bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” 30 kes hatin desteserkirin û 22 ji wan hatin girtin.
Parêzgariya Amedê ragihand ku tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî, piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya 3 mehan, li dijî qaçaxçiyan operasyon pêk anî.
Di operasyonê de hêzên ewlehiyê li parêzgehên Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Edene, Îzmir û Qeyseriyê yên Tirkiyeyê bi ser gelek navnîşanan de girt û 30 kes desteser kirin.
Her wiha 115 koçber jî hatin desteserkirin û radestî Îdareya Koçê hatin kirin.
Piştî karên îfadewergirtinê, 30 kesên ku bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatibûn desteserkirin, sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê derbarê 22 kesan biryara girtinê da.
8 kes hatin berdan û ji bo 2 kesan ji wan biryara kontrola dadî hat dayîn.