Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hinek welatiyan li dijî qelenê jinan nerazîbûn nîşan da.
Li navçeya Kaniya Xezalan komek ciwanên ku dixwazin bizewicin lê ji ber qelenê zêde nikarin, kom bûn û li dijî wergirtina qelenê ya ji aliyê malbatên keçan ve nerazîbûn nîşan da.
Ciwanên ku kom bûn daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê çalakvan Fatma Akbulutê ve hat xwendin ku li herêmê wekî "Xwişka Deştê" jî tê naskirin.
“Pereyan ji bo xerciyên xwe bi kar tînin”
Fatma Akbulutê diyar kir ku ji ber qelenê zêde ciwan nikarin bizewicin û got:
“Malbatên keçan qelen werdigirin û wan pereyan ji bo xerciyên xwe yên şexsî xerc dikin.”
“Keçên xwe difroşin”
Fatma Akbulutê bal kişand ser rewşa li Rihayê û wiha axivî:
“Em li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê dimînin. Li vê derê hinek Rihayî hene ku keçên xwe di bin navê heqê şîr û qelen de difroşin. Ne hemû wisa ne lê piranî wiha ne.
Bi hinceta ku şîr dane keça xwe qelen werdigirin. Pereyan werdigirin û keça xwe bi vî awayî dişînin.”
“Bi wî pereyî diçin Hecê”
Akbulutê da zanîn ku bavên keçan pereyê qelen ji bo berjewendiyên xwe xerc dikin û got:
“Bavê keçê, bi wî pereyî otomobîlê dikire, diçe Hecê, xanî çêdike yan jî qelenê kurê xwe yê ezeb dide.”
“Mîratê nadin keçan”
Fatma Akbulutê her wiha destnîşan kir ku li herêmê mafê mîratê yê keçan tê xwarin û got:
“Mîratê jî nadin keçan. Hûn dikarin lêkolîn bikin, binêrin ka li Rihayê li ser navê kîjan keçikê tapuya milk, otomobîl û xaniyan heye? Ti kes ji mîratê heqê wan nade.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse