Dayika Mihemed Şêxo ji strana Xem û Xeyalê hez dike
Qamişlo (Rûdaw)- Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir.
Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûnda dest ji mektebê ber dide.
Rûdaw di salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de xwe gihande dayika û malbata wî.
Dayika Mihemed Şêxo dibêje ku hemû stranên Mihemed Şêxo xweşin wek Xem û Xeyalê.
Dayika Şêxo anî ziman ku dema Mihemed Şêxo sax bû kesî guh nedida wî.