Silêmanî (Rûdaw)- Li Zanîngeha Amerîkî li bajarê Silêmaniyê sêyemîn dîdara salane dest pê kir, ku tê de wê çend dîdar û panêl cî bigirin.
Di dîdara Silêmaniyê de çend siyasetmedar, şareza û akademisyen beşdar in, di nava wan de fermandarê berê yê hêzên Amerîka li Iraqê David Patraeus.
Damezirênerê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê, Berhem Salih ji Rûdawê re ragihand: “Di vê demê de ku şerê DAIŞê heye, beşdariya siyasetmedar û karbidestên dewletan di konferansê de girîng e, bi taybet ku ew şer beşek ji mijarên dîdarê ye.”
Her yek ji, Berhem Salih û Îbrahîm Ceferî di destpêka dîdarê de gotin pêşkêş kirin û behsa rewşa Kurdistan û Iraqê kirin.
Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nucêfî, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê Hisên Şehristanî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî jî tevlî dîdarê bûne.
Rûdaw sponsora sereke ya dîdara sêyem ya Silêmaniyê ye û ji destpêka dîdarê ve wê tîmên Rûdawê bi awayekî zindî panêl û gotûbêjên nav konferansê veguhêzin û nêrîna beşdarên dîdar li ser pirsên gerim werbigrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse