Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê di çende rojên borî de alîgirên PYDê û rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşên xwe yên li ser ofîs û malên endamên ENKSê tund kirine. Serkirdeyekî ENKSê dibêje, ku berpirdê van êrîşan PKKê ye û hemû êrîş di bin parastin û çavdêriya hêzên Asayîşê de pêktên.
Serkirdeyê ENKSê Mihemed Ismaîl dibêje; “Ev êrîş tev de di bin kontrola PYD û rêxistina PKKê de tên kirin. Ji ber ku li dijî ENKSê ne. Berî bi şev êrîş dikirin, niha di nava rojê de û di bin parastina Asayîşê de êrîş dikin. Asayîş hevalên me digrin û dibin.
Sekreterê Partiya Çepa Demokrat Salih Gedo dibêje, ku dê li ser van êrîşan bi Rêveberiya Xweser re danûstandinan bikin. Herwiha diyar dike, divê Rêveberiya Xweser û Asayîş vê yekê di nav xwe de çareser bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayîx jî kiryarên girtin û êrîşên li ser ofîsên partiyan şermezar dike û herwiha dibêje, ku Asayîş berpisyarê parastina ofîs û saziyên li herêma Kurdî ne.
Meşayix dibêje; “Bi rastî cihê şermezarî û nerehetiyê ye li cem gelê kurd. Divê Asayîş hemû aliyan biparêze û nehêle bibin armanca êrîşan.”
Di çar rojên dawiyê de, Asayişa Rêveberiya Xweser bi hilmeteke girtinê rabû, ku nêzîkî 40 endamên partiyên ENKSê girtin. Heriwha ofîsa PDKSê li Qamişlo şewtandin û êrîşî ofîsa Yekîtî ji kirin.
Alîgirên PYDê ne tenê li dijî ENKSê, lê li dijî Partiya Pêşverû jî êrîş pêkanîn. Roja 8 Adarê grûpeke Ciwanên Şoreşgêr êrîşî ahenga roja jinê ya Partiya Pêşverû kir û Dr. Xalid Îsa serkirdeyê wê partiyê û endamekî din yê partiyê bi kêran birîndar kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse