Serok Barzanî û Muqteda Sedir pêvajoya siyasî gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Muqteda Sadir li rêya telefonê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, êvara roja Pêncşembê 10ê Adara 2022an Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peywendiyeke telefonî pêk anîne.
Li gor daxuyaniyê, peywendiya telefonî ji aliyê Muqteda Sedir ve hatiye encamdan û herdu lîderan “rewşa Iraqê” gotûbêj kirine.
Baregeha Barzanî diyar kiriye, Serok Barzanî û Muqteda Sedir “di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên dawî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de” gotûbêj kirin.
Ofîsa Muqteda Sedir jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, Sedir roja Pêncşembê ligel Serok Barzanî, herwiha ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer peywendiyên telefonî pêk anîne
Piştî hilbijartinên Iraqê, tenê serokatiya parlamentoyê hatiye hilbijartin û heta niha ne hikûmeta nû hatiye avakirin û ne jî serokkomarê nû hatiye diyarkirin.
Di proseya siyasî ya Iraqê de û ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serwerî ya du aliyên sereke yên Sunniyan hevpeymanên hev in. Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê jî bi hevahengiya di navbera wan hersê aliyan de hat hilbijartin.