Ferhad Şamî: Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got, “Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî diyar kir ku “Peyman destpêkî ye û bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye kirin” û Amerîka aliyekî girîng ê vê peymanê ye.

Piştî îmzekirina peymanê hinek îdiayên ku dê hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin hebûn.

Şamî got, “Ew agahiyên ku behsa hatina hêzan Şamê dikin ne rast in. Dibe ku hêzên Şamê li ser sînor bi cih bibin.”

Ferhan Şamî li ser bicihbûna hêzên Şamê a li ser sînoran got:

“Wekî bê gotin ku hêzan bişînin Hisîçayê, tiştên bi vî rengî nînin û tu guherîn çênabin.

Tê texmînkirin ku li xeta sînorî ya di navbera me û Tirkiyeyê de, ew dê li Tenefê xwe bi cih bikin, ev jî îhtİmalek e.”

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê pevçûnên li Pira Qereqozaqê û êrişên li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi bîr anîn û got:

“Armanca me ya sereke rawestandina şer, rawestandina guhertina demografîk û vegera koçberên ji  Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye.

Ji bo vegera xelkê hinek merc hene û guftûgo tên kirin lê erênî ne û her kes dê vegere cihên xwe.”

Hinek xalên din ên ku Ferhad Şamî zelal kirine ev in:

- Mecliseke hevbeş dê dosyaya zîndanan çareser bike.

-  Komîteyeke Rêveberiya Xweser dê kar û barên wan kesên ku bi Kurdî xwendine çareser bike.

-  Di dosyaya DAIŞê de ti guherîn nîne, ew dosye dê di destê HSDyê de bimîne.

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”