Li Silêmaniyê Pêşmergeyek şehîd ket

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ji Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand ku berê sibeha îro bi dronên bombebarkirî êrişî baregehên wan ên li Zirgêwezeleyê hatiye kirin.

Di encama êrişê de Pêşmergeyek şehîd ketiye û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, navê wî pêşmergeyê ku şehîd ketiye Umêd Weysî ye û ew ji Rewansera Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ew bi navê "Umêd Rewanserî" dihat naskirin.

Êriş bi 9 dronan hatiye kirin

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê û Berpirsê Pêwendiyan Elî Rencberî ji Rûdawê re ragihand:

"Bi rêya 9 dronan êrişî me hatiye kirin û hîn jî dengê dronan li asmanê herêmê tê bihîstin."

Ji destpêka şer ve, ji ber êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê, du Pêşmerge şehîd ketine û herî kêm 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Çavkaniyeke din a Komeleya Şoreşger ji Rûdawê re got ku ji berê sibeha îro ve, 4 caran bi dronên bombebarkirî êrişî baregehên wan ên li Zirgêwezeleyê hatiye kirin.