Li Kerkûkê êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin: 3 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeheke hêzên Heşdî Şebiyê ya li taxa Bedirê ya li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hat bombebarankirin.

Di êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand, baregeha Lîwaya Taybet a Heşdî Şebiyê hatiye armanckirin.

Li gorî zanyariyan, di encama wê bombebaranê de 3 kes mirine.

Peyamnêrê me piştrast kir ku ew yekîneya hatiye armanckirin ser bi Lîwaya 15an a Heşdî Şebiyê ve ye.

Heta niha derbarê wê yekê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn û êriş ji aliyê kîjan alî ve û bi çi awayî hatiye kirin jî nayê zanîn.