Serok Barzanî: Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di savegera Peymana 11ê Adarê de got, “Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû û bi rêberiya Barzaniyê Nemir û xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê bû.”

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 56an a Peymana 11ê Adara 1970yî de peyamek belav kir.

Li gorî Baregeha Barzanî, daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû û bi rêberiya Barzaniyê Nemir û xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê bû.

Berhema wê xebata bihêz û berfireh bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û bi destxistina demokrasiyê li Îraqê dest pê kir û di encamê de hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar kir ku bi awayekî fermî hinek ji mafên gelê me qebûl bike.

Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, rûmeta me ji bo tekoşîn û keda hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê heye ku bi keda xwe û cangoriya xwe destkefta dîrokî ya peymana 11ê Adarê ji bo gelê me mîsoger kirin.

Di vê bîranînê de em tekeziyê li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û silavan ji giyanê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin.”