Berhemên wî ji bo girtina parlamenterên kurd hatin bikaranîn

Agit Boztemur


Koln (Rûdaw) - Hans-Peter Weymar yek ji rojnamevanên alman yê destpêkê ye ku nivîs û dokumenter derbarê zextên dewletê yên li Kurdistanê de çêkir. Di destpêka salên 90an de ew wekî yekem rojnamegerê alman bi navê televizyon û weşanên fermî yên dewletê çû Tirkiyeyê û derbarê şerê li Kurdistanê de berhem çêkirin. Weymar herwiha yekem rojnamegerê alman e ku hevpeyvîn bi siyasetmedarên kurd ên wekî Leyla Zana, Orhan Dogan û Ahmet Turk re çêkirine. Ev berhemên wî paşê ji aliyê dadweriya tirk ve li dijî parlementerên kurd hatin bikaranîn û bûn alîkar di girtina wan de. Lê xebata wî herwiha wezîrekî alman jî mecbûrî îstifeyê kirin. 

Di destpêka salên 90î de çendîn siyasetmedarên kurd li ser navê Partiya Ked a Gel (HEP) ji bo parlementoya Tirkiyeyê hatibûn hilbijartin. Hevpeyvînên Hans-Peter Weymar ên bi wan parlementerên kurd re ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve wekî delîl ji bo girtina parlementerên kurd û Partiya Demokrasiyê (DEP) hatibûn bikaranîn. Wê demê Leyla Zana di hevpeyvîna xwe de behsa hebûna gelê kurd û mafên wan ên çandî û siyasî kiribû û ev yek jî li gor dada tirk tine bûn. Hans-Peter Weymar piştî girtina parlementerên kurd dokumenter û nûçê derbarê zarokên Leyla Zana de jî çêkiribûn.

 

Di dema xebata xwe ya rojnamegerî de ew ji hêla hêzên ewlekariyê yên tirk ve hat gulebarankirin. 1992yê ew bi şandeyeke navnetewî û bi rojnamegerên tirk re çûbû Newroza li Bakurê Kurdistanê. Rojnamegerê tirk ê rojnameya Sabahê, Îzzet Kezer, di dema gulebarankirina hêzên dewletê de di hembêza wî de jiyana xwe ji dest da. Piştre jî artêşa tirk îdia kiribû ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê şand û rojnameger gulebaran kirine. Hans-Peter Weymar dibêje: "Ez şahid im, hevkarê min bi guleyên artêşa tirk hate kuştin. Me wî wextî nekarî li dijî vê êrişê tiştekî bikin. Artêşa tirk zêde bi hêz bû."

Dema ew diçin Cizîrê, Hans-Peter Weymar ligel hevalên xwe yê rojnameger tên rawestandin û wergêrê wan yê kurd tê girtin: “Kontrolek asayî çêbû û leşkeran nedikarîn me binçav bikin. Wan ew hevalê me yê kurd, ku bi ingilîziyek baş dizanî, li pêş çavên me, beyî ti sedeman, destên wî kelepçê kirin û girtin. Me di cîh de bi konsolxaneya Almanyayê re têkilî danî û ew li ser vê rewşê agahdar kirin. Ji ber ku wergerê me yê binçavkirî endamekî delegasyona me bû, me ji konsolxaneyê xwest ku ji bo serbestberdana wî bikevin dewrê. Ez bawer dikim ku li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku konsolxaneyeke welatekî biyanî ji bo kesekî ne hemwelatiyê xwe ket nav xebatê û daxwaza azadiya kesekî kir. Piştî wê hewla konsolxaneya almanî, wergerê me serbest hate berdan. Wî ji me re diyar kir ku wan ji wî re gotiye çima ew wergerê ji bo me dike û ji ber wê hatiye girtin. Îşkence li wî hatibû kirin, ji hêla hêzên ewlekariyê ve organa wî ya cinsî bi ceyranê ve hatibû girêdan û çixare li ser laşê vemirandibûn. Hema bêje me ew nas nekir, dema ew berdabûn. Ew bûbû mirovekî din. Birîn û şopên lêdanê li ser tevaya laşê wî hebûn.

Ji studyoya TRTê tevlî weşana zindî ya televizyona almanî dibe


Piştî li Cizîrê pêşiya şahiya Newrozê bi xwînrijandinê hate birrîn, ji Almanyayê ji studyoya navendî ya televizyona fermî ya dewletê ARD telefonek ji wî re diçe û ji wî hate xwestin ku ew bi lez bi firokeyê bifirê Enqerê û ji studyoyên TRTê beşdarî bultena şevê ya ARD “Tagesschau“ bibe: “Hevkarên TRTê bi almanî nedizanîn. Ji studyoya TRTê min behsa zextên dewletê û bi sedan birîndaran kir. Bi vî awayî raya giştî ya almanî ji rewşê agahdar bû.

 Panzêrên almanî li Kurdistanê dikuştin - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Gerhard Stoltenberg di 31ê Adara 1992yê de îstifa kir

Hans-Peter Weymar yekem rojnamegerê ewropî bû ku derbarê hevkariya leşkerî ya hikûmeta almanî ya wê demê ya Helmut Kohl û hikûmeta Tirkiyeyê de nûçe çêkir. Piştî ku Komara Almanya ya Demokratîk (DDR) hilweşiya, hemû tişt û pê re jî cebilxaneyên leşkerî yên DDRê ji hikûmeta Helmut Kohl re man: “Hemû bermayiyên alavên leşkerî û bi taybetî panzerên NVA ji hêla hikûmeta Almanyayê ve ji hikûmeta Tirkiyeyê re hatin diyarîkirin. Niha herkes dizane ku bi milyonan Kurd ji ber wan panzêrên ji Almanyayê ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi wan panzêran ku ji hêla hikûmeta Helmut Kohl ve hatibûn diyarîkirin, artêşa tirk bi hezaran gundên Kurdan bi erdê ve kirin yek. Bi sedan xwepêşanderên kurd ji wan panzêran hatin gulebarankirin an jî di bin wan panzêran de man.“  


Hans-Peter Weymar di destpêka salên 90an de nûçeyek derbarê rêkirina wan panzêran ji bo Tirkiyeyê de çêkir: “Min bi kameraya xwe dîmen tomar kirin, ka çawa ew panzer li dijî xelkên sivîl hatin bikaranîn. Di destpêkê de hikûmeta Almanyayê ji nîvdilî diyar kir ku ew panzêrên ku min dîmenê wan kişandibûn Rûsyayê dane Tirkiyeyê. Piştî min ew dîmen bi fermandarekî bilind yê DDRê da piştrastkirin ku ew panzer yên DDR in, rewş guherî. Belkî ecêb jî were dîtin, lê panzer li gor qanûnên rê yên Almanyayê hatibûn çêkirin. Ronahî û lewhe li gor zagonên rê yên Almanyayê bi panzêran ve hatibûn bicihkirin. Bi vê yekê mirov cudahiya di navbera panzêrên DDRê û yên Yekîtiya Sovyetê de dibîne. Piştî televizyona fermî ya almanî ARD di bernameyekê de cihekî taybet da vê yekê, ji bilî destkişandina ji kar çare ji wezîrê parastinê yê Almanyayê yê wê demê Gerhard Stoltenberg re nema. Wî di 31ê Adara 1992yê de berpirsyarî girt ser xwe û îstifa kir. Dîmenên min li Kurdistana Tirkiyeyê kişandî bûn sedem ku wezîrê parastinê yê Almanyayê ji karê xwe îstifa bike.“  

Weymar dibêjê ku hê jî ew çavdêriya pêşveçûnên li Kurdistanê dike û hêvîdar e ku gelê kurd di demeke kurt de ew azadiya ku ew ewqas li bendê ne bi dest bixin û bi tehma wê şa bibin. Gelo tiştêkî balkêş ji dema wan xwepêşandanên Kurdan tê bîra wî? Weymar: “Dirûşmeya "Bijî azadiya Kurdistan" tê bîra min, bi vê munasebetê "Bijî azadiya Kurdistan".

Hans-Peter Weymar kî ye?


Hans-Peter Weymar (58) beşa zanistiyên siyasî xwendiye û ji salên 80an ve wekî rojnameger kar dike. Wî heta niha di gellek dezgehên ragihandinê û televizyonên cuda de kar kiriye û dokumenterên cuda amade kirine. Televizyonên almanî ARD, WDR û SPIEGEL TV tenê hinek ji van dezgehan in ku wî tê de kar kiriye.

Dokumentera wî ya dawî derbarê mafyaya li Kubayê ya pêşiya şoreşa sala 1969ê de ye. Van dawiyan ev dokumentara wî ji bo zimanê spanî jî hate wergerandin û li pêşangeha pirtûkan a li paytexta Kubayê, Havanna gellek caran hate pêşkêşkirin.

Televizyona Al Jazeera hersal ji sedan dokumenteran ên herî baş hildibijêre û Hans-Peter Weymar jî wekî endamê vê lijneya hilbijêr hatiye destnîşankirin.