Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn sekreterê giştî yê partiya wekheviya demokratîk a kurd li Sûriyê (Wekhevî) Ebdulezîz Dawûd di encama dilkutkê de koça dawî kir.
Li gorî nûçeya malpera Welatî, îro (11.04.2013) sekreterê giştî yê partiya Wekhevî Ebdulezîz Dwûd li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku Dawûd ji ber dilkutkê jiyana xwe ji dest daye.
Hat gotin termê Ebdulezîz Dawûd dê sibê (12.04.2013) li bajarê Amûdê bê definkirin.
Ebdulezîz Dawûd sala 1940 li gundê Til Hebeş ê bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1962 bûye endamê komîteya navendî ya partiya xwe.
Dawûd sala 1968ê bawernameya wêje li zanîngeha Şamê wergirtiye.
Partiya Wekhevî sala 1957ê hatiye avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse