Xwepêşandanek ji bo Şeyda wê bê lidarxistin

11-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiyê (Rûdaw)- Biryar e roja 16ê nîsanê li zanîngeha Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandan were kirin.

Li gor agahiyên ku navenda bi navê “Kurmanc” li zanîngehên Ormiyê belav kirine, wê roja çarşema bê xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bê diyaririn.

Roja 1ê eha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan Bêntul ya zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin.

Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû.

Li gor zaniyariyan,  çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn.  Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin.

Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû “Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû”.

Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda “xwe kuştiye”, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe.

Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst