Firokexaneya Amedê tê temîrkirin

Navenda Nûçeyan - Li Firokexaneya Amedê di navbera 1 û 30ê Gulanê de xebatên nûkirin û temîratê dê bên kirin. Ji ber vê di navbera saet 11.00 û 14.00an de seferên firkoyean dê neyên kirin.


Li gor daxuyaniya Saziya Qadên Asmanî ya Dewletê Firokexaneya Amedê dê di navbera 1 û 30ê Gulanê de bê temîrkirin. Ji ber xebatên temîrê seferên balafiran wê di navbera saet 11.00 û 14.00an de neyênn kirin.


Ji bo van xebatan hemû tevdîr hatine encamdan.


Ji şirketên rêhewayê re nivîsek hat şandin û hat gotin ku bila seferên firkoeyan li gor vê bên kirin ku rêwî zehmetiyê nekişînin.