Galeriya wêneyan

11-04-2020
21 Photos

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rwange îro Şemiyê 11ê Nîsana 2020an li Hewlêrê bi ser çend malbatên hejar alîkariyê dabeş kir.

Dezgeha Rwange kampanyeke alîkariya li seranserî Herêma Kurdistanê bo malbatên hejar û kesên kêmderfet daye destpêkirin ku kelûpelên xwarin û vexwarinê û pêwistiyên rojane lixwe digire.

Di nav alîkariyan de weke pêwîstiyên sereke birinc, ron, çay, şîr, kelûpelên paqijiyê 17 cureyê berhe hene.

Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Rwange Ebdulselam Medenî ji Rûdawê re diyar kir ku ew alîkariya ew didin têra 2 mehan bo malbatekî pênc kesî dike.