Du partiyên Kurd bang li PKK û dewleta Tirkiyê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihandin ku di çareserkirina pirs û pirsgirêkan de, şer û êrîş û çalakîyên çekdarî, rê li ber hewl û tevgerên siyasî, demokratîk û sivîl digirin û rawestandina şer dê bibe destpêka çareseriyên pirsgirêkan.
PAK û PSK derbarê bûyera di roja Çaşemê 8ê Nîsanê ya li navçeya Pasûra Amedê, ku 5 karkerên daristanê cenê xwe ji dest dabûn daxuyaniyek dan û radihînin ku cihê balê ye ku ev êrîşa di demeke weha bûye ku, daxwaza ku ji bo hemû girtiyên siyasî jî bikaribin ji guhertinên aanûna înfazê sûd wergirin û ji aliyê gelek beşên civatê ve tê ziman.
PAK û PSK dibêjin ew teqîna ku li Pasûrê rûdaye, careke din jî, girîngî û pêwîstiya rawestandina şer û bidawîanîna çalakîyên çekdarî daniye ber hemû aliyên peywendîdar.
Di daxuyaniya hevbeş a herdu partiyan de wiha hate gotin: “Îro li hemû cîhanê mirovahî li himberî vîrusa koronayê di nav seferberîyeke hevbeş de ne. Ji bo ku mirov li mala xwe bimînin li her welatî bang têne kirin. Di rewşeke wiha de, berdewamiya şer û çalkiyên çekdarî, nîşana wê yekê ye ku heta niha jî girîngiya xeteriya coronavîrusê nehatîye fêhmkirin û hîna jî dewleta Tirkiyê bi israr dixwaze pirsa Kurd û Kurdistanê li ser esasê siyaseta şer çareser bike.
Niha dema rawestandina şer û dawî lê anîna çalakuiyên çekdarî ne. Divê hemû aliyên peywendîdar, guh bidin vî dengê ku ji wîjdanê bi milyonan mirovan bilind dibe.Divê dewleta Tirkiyê demildest dawî li şer û êrîşên xwe bîne û divê PKK jî demildest dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî bîne, agirbestê îlan bike.”
Herdu partiyên Baklur, Kurdistanê amaje bi wê yekê dikin ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, di çareser kirinapirs û pirsgirêkan de, şer, êrîş û çalakîyên çekdarî, rê li ber tevger û hewlên demokratîk û sivîl digirin û şer û çalakiyên çekdarî pirsgirêkên heyî aloztir û kûrtir dikin.
Di beşeke din a daxuyanî de hate gotin: “Çareseriya bi rêya diyalogê û bi rê û rêbazên aştiyane di berjewendiyên gelê me de ye. Û em di wê baweriyê de ne ku rawestandina şer û dawîlêanîna çalakiyên çekdarî, dê bibe destpêka çareseriyê. Hemû îmkanên aborî yên ku ji bo şer têne xerckirin, divê li dijî xeteriya vîrusa koronayê bêne bikaranîn.”