Li Mêrdînê barîna tozê berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê toza ku ji aliyê Sûriyê ve tê bandorê li jiyana welatiyan dike.
Li gor agahiyan îro 11ê Nîsana 2022ê li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê barîna tozê berdewam e û mesafeya dîtinê kêm bûye.
Berpirs dibêjin ku ev tozbarîn dê berdewam be û heta welatî neçar nebin divê dernekevin derve.
Berî çend rojan li her çar perçeyên Kurdistanê tozbarînê di asteke cidî de bandor li jiyana welatiyan kir û li gor daxuyaniya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê tê çaverêkirin îro li Hewlêrê jî toz bibare û hişyarî da welatiyan ku tedbîrên xwe werbigrin.