Zivistana Bakurê Kurdistanê dirêj kir: 10 santîmetre berf bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Zivistanê îsal konê xwe li Bakurê Kurdistanê vedaye û nêta wê nîne bar bike.

Bi taybetî li beşek ji parêzgehên Herêma Serhedê barîna berfê hîn jî didome.

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê heta niha jî berf dibare.

10ê Nîsanê 10 santîmetre berf li navçeyê bariya.

Welatiyê bi navê Behcet Bîngolê ji navçeya Kanîreşê li ser barîna berfê got:

“Me dîtiye ku meha Gulanê jî berf bariyaye.

Maşallah li vê bereketa îro binêrin.

Lê welatiyên me yên ku ajeldariyê dikin zehmetiyê dikişînin.

Êm, ceh û kaya hinekan xilas bûye.”

Li beşek ji deverên Bedlîs, Wan, Erdexan û Qersê jî berf bariya.

Berfê avahiyên dîrokî yên Qersê spî kirin û dîmenên bêhempa derketin holê.

Li navçeya Qamûşanê jî berfê kirasekî spî li daristanan kir.

Welatiyan berfa li ser otomobîlên xwe paqij kir.

Welatiyê bi navê Harun Yildizê ji navçeya Qamûşanê jî wiha axivî:

“Em îro li Qamûşanê careke din bi berfê şiyar bûn.

10ê Nîsana 2026an e û berfa me li ser xêrê be.”

Hişyariya Keşnasiyê

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rojên şemî û yekşemê jî ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê û ji bo herêmên bilind jî hişyariya berfê da.

Her wiha daxwazê ji welatiyan dike ku li hemberî lehî, aşût û pêşhatên neyînî yên avhewayê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.