Çemê Hîzilê di nav zibil û gilêşê Qilabanê de maye
Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Hîzilê yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber avêtina zibil û gilêşê rûbirûyî karesateke jîngehî bûye.
Çemê Hîzilê ku li hinek deveran sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê diyar dike, di nav zibil û gilêşê navçeya Qilaban û gundê wê de maye.
Bi dehan gundên Geliyê Goyanê yê navçeya Qilabanê zibil û gilêşê xwe davêjin çem.
Ew gilêş diçe li ber Bendava Tehtê Reş kom dibe ku çavkaniyeke sereke ya ava navçeya Silopiyayê ye.
Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay ji Rûdawê re ragihand ku wan li gel çend saziyên din giliyê vê rewşê kiriye.
Tay diyar kir ku ew vê pirsgirêka jîngehê dişopînin û ji bo çareseriyê hewl didin.
"Tawaneke navneteweyî ye"
Çemê Hîzilê piştî Silopiyayê ber bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê ve diherike û li wir tevlî Çemê Dîcleyê dibe.
Ew gilêşê di nav çem de metirsiyeke mezin li ser tenduristiya mirovan çêdike.
Baroya Şirnexê diyar kir ku ev yek ji bilî tawaneke navxweyî, di heman demê de tawaneke navneteweyî ye.
Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay li ser vê yekê got:
"Ev pirsgirêk mixabin bi salan e heye. Gilêşê ku ji devera Qilabanê tê nav Çemê Hîzilê û ser Bendava Tehtê Reş pirsgirêkeke kûr e.
Me wekî Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, Komîsyona Baroya Şirnexê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê bi hev re gilî kir.
Em dê vê pirsgirêka jîngehê ku bi sed hezaran welatiyan eleqedar dike bişopînin û hewldanên xwe bidomînin."
"Klor nikare mîkroplastîkan paqij bike"
Fadil Tay bal kişand ser xetereya li ser tenduristiyê û wiha pê de çû:
"Dema gilêş dikeve nav avê, klor tenê dikare zîndewerên mîkrobiyolojîk asteng bike lê nikare mîkroplastîk, metalên giran û gilêşên bijîşkî paqij bike.
Ev jî dibe sedema xetereyeke mezin a tenduristî, jîngehî û civakî.
Banga me ji rayedaran re ew e ku demildest tesîsên gilêşê werin avakirin.
Divê kes û sazî teqez van gilêşan nexin nav avê. Bi taybetî ava Hîzilê heta Başûrê Kurdistanê diherike û divê ev gilêş neyê avêtin."
Her çi qasî Baro û saziyên jîngehê yên Şirnexê li dadgehê gilî kiribin jî heta niha ti bersiv ji wan re nehatine dayîn û rayedaran ti tedbîr li hemberî vê metirsiya jîngehê wernagirtine.