Li Dêrsimê berf bariya

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, meha nîsanê berf bariya.

Li navçeya Pilemûriyê îro pileyên germahiyê daketin û li navenda navçeyê û herêmên bilind berf bariya.

Li Geliyê Pilemûriyê jî berfeke zêde bariya û tîmên Saziya Rêyênbejahî ji ku hat û çûn raneweste dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.

Berpirsên bajêr hişyarî da şofêran û ji wan xwest ku tedbirên pêwîst wergrin.

Li Bakurê Kurdistanê îsal zivistan dijwar derbas bû û li gorî sala borî şilî ji 100 zêdetir bariya.