Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê, di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de li Çiyayê Tendûrekê ku dikeve navçeya Bazîdê şer derket û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn. Herwiha 5 gerîlayên PKKê jî di şer de jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê I dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser operasyonên xwe berdewam in.
Operasyona hêzên Tirkiyê bi taybetî li Çiyayê Tendûrekê berdewam e û îro pêncşembiyê li vê deverê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şerekî tund derket.
Li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnên îro yên li herêma Tendûrekê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Herwiha 11 leşkerên din ên Tirkiyê jî di pevçûnên îro de birîndar bûne.
Ji aliyekê din ve hat ragihandin, ku di pevçûnan de 5 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê bo piştevaniya yekîneyên xwe yên li Çiyayê Tendûrek û derdorê, hêzên zêdetir ber bi herêmê ve şandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse