Li Amedê polîsekî xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî xwe kuşt.
Bûyer doh saet derdora 12:00an li taxa Bagcilarê ya navçeya Baglarê ya Amedî çêbû.
Li gorî agahiyên hatine hatine bidestxistin, polîsê bi navê Sînan Sonmez dema ku hevalê wî yê malê li derve bûye xwe kuştiye.
Sedema xwekuştina Sonmez heta niha nayê zanîn.