Li Çewlîgê qeza, 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî bestekê û 7 kesên lê siwar birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 64 KP 276 li derdora bajarokê Xoşkarê ji rê derket û qulibî.

Piştî ku xeber hat polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Wan tesbît kir ku 7 rêwî birîndar bûne û 4 siwarên di otomobîlê de asêmayî hatin rizgarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.