Li Wanê pevçûn: Kuştiyek û 13 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du malbatên dijmin de kesek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, gundiyên Avîrekê û Qursetanê yên navçeya Tûşbayê ku pêştir ji ber çêrgeha gund di navbera wan de pirsgirêk hebû, li bazara ajelan a li navenda Wanê rastî hev hatin.
Di navbera her du aliyan de nîqaş derket û her du aliyan bi kevir, dar û çekan êrişî hev kir.
Di pevçûnê de kesek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê û polis çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 13 birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Wanê hatin veguhestin.
Polîsan li bazara ajelan û derdora nexweşxaneyan tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Ji aliyê din ve bazara ajelan îro hat girtin.