GEVER - Şîrê zozanan bi rêya kergehekê dibe penîrê resen

Gever (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, rojane zêdetirî 20 tonan şîr tê berhevkirin.

Ajeldar şîrê pez û dewarên xwe didin kargehan û ew şîr li kargehan dibe mast, penîr û nivîşk.

Yek ji wan kargehan penîrên resen ên Kurdî çêdike.

Penîr, mast û nivîşkên vê kargehê li parêzgehên herêmê û her wiha li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tên firotin.

Ji sedî 80yê şîrê Geverê tê vê kargehê

Li deşt û zozanên Geverê rojane nêzîkî 20 tonan şîr tên komkirin.

Ajeldar piştî ku pezê xwe didoşin şîrê xwe tînin vê kargehê.

Ev der yek ji kargehên herî mezin ên şîr, penîr û mast e.

Ji sedî 80yê şîrê ajeldarên Geverê li vê kargehê dibe mast, penîr û nivîşk.

Xwediyê Kargehê Necîp Baskin got, “Ev 31 sal in me ev kargeh vekiriye.

Em şîr ji gundên Geverê kom dikin. Em tînin dikin mast, penîr, dew û nivîşk.”

Şîrê nebaş tê îadekirin

Li kargehê jinek wekî endezyara xwirekê kar dike.

Ew bi hesasî kontrol û analîza hemû şîran dike û li gorî kalîteyê dabeş dike.

Endezyara Xwirekê Leyla Alkanê li ser karê xwe ev agahî dan:

“Em pêşî analîz dikin û wî şîrê ku dê bibe penîr em cuda dikin. Şîrê ku baş nebe jî em îade dikin.”

40 karker lê dixebitin

Li kargehê 40 karker dixebitin. Berhemên ku bi destê wan tên amadekirin derbasî bazarên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibin.

karker Mehmet Salih Geverî wisa behsa karê xwe kir:

“Em li vir dixebitin, em penîr, lor, penîrê kevinkirî, mast û berhemên din çêdikin.

Em penîrê bigiya yê bi sîrka zozanan amade dikin. Em her wiha penîrên sade yên spî jî çêdikin.”

karkerekî din ê bi navê Hekîm Satî jî anî zimên, “Ev 28 sal in ez li vir dixebitim.

Em penîr, mast û qaşarê (penîrê kevinkirî) çêdikin.

Her wiha em penîrê çirkirî û penîrê di ava şor de jî çêdikin.”

Li Geverê çend kargehên din jî hene. Ev yek jî dibe derfetek ku ajeldar bikaribin berhemên xwe bifiroşin û debara xwe pê bikin.