Balafirgeha Mûsilê û balafirgeheke Kerkûkê di destê pêşmerge de ne
Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên artêşa Iraqê li parêzgehên Kerkûk û Neynewayê direvin û hêzên pêşmerge ji bo dagirtinan valahiya ewlekariyê, cihên wan digirin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê balafirgeha Huriye ya leşkerî li Kerkûkê vala kirin û reviyan, hêzên pêşmerge jî yekser ew balafirgeh kontrol kirin.
Li bajarê Mûsilê jî, artêşa Iraqê balafirgeha sivîl a bajêr vala kiriye û reviyane, bi heman awayî jî hêzên pêşmerge li cihên wan balafirgeh kontrol kirin.
Her îro û piştî ku hêzên fîrqeya 12 ya artêşa Iraqê û hêzên Dîcle ji nahiyeya Keywan a girêdayî parêzgeha Kerkûkê reviyan, hêzên pêşmerge cihên wan girtin.