Li Qersê û Sêwazê baran û lehî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qersê û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê baran û teyrok barî û piştre jî lehî rabû û zerar gihand xelkê wan navçeyan.

 Li herdu parêzgehên Sêwaz û Qersê barana gur û zîpikê bû sedema bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyên çêbibe.

Li Qersê di demjimêrên sibeha îro de baran barî, di demjimêrên nîvro de teyrok û zîpikê despê kir. Ji bev vê yek av bilind bû û bû sedema lehiyê.

Avê da nav gelek malan û zerar gihand welatiyên wê navçeyê. Di heman demê de zerar gihandiye gelek zeviyên çandiniyê jî.

Piştî nîvro jî zîpik barî ku şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin. Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ew ji zîpikê xisarê nebînin.

Li gundê Kirçîçegîyê ya li ser navçeya Susuzê ji ber barana gur malek di binê avê da ma. Eşyayên li malê şil bûn û xisar dîtin.

Her wiha li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê jî di lehiya şeva 10ê Hezîranê de 7 mal dibin avê de mane û 40 pez li ber avê çûn. Li wê navçeyê jî baran û lehî bûne sedema ziyanên madî.