PDK: Me hewl da ku planên li dijî Herêma Kurdistanê pûç bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku wan li hemberî, planên di bin navê pesendkirina yasaya bûdceyê de yên ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê, vala der bixin gelek hewl dane.

Polîtburoya PDKê derbarê bûyerên di dema dengdana proje yasaya bûdceyê li Parlamentoya Iraqê de qewimî, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “PDKê bi berpirsyarî li hember jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê tevgeriyaye û hewleke mezin daye ku made û bendên yasaya bûdceya sala 2023 ya hikûmeta Iraqa li gor  rêkeftina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de were serastkirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di bin navê danûstandinên bûdceyê de planên "destwerdana li serweriya Herêma Kurdistanê", "kêmkirina pêgeha Herêma Kurdistanê" û "kêmkirina desthilatên destûrî" hebûne lê PDKê ji bi têkbirina wan planan hewleke mezin daye.

Parlamentoya Iraqê madeya 14ê ya projeyasaya budceya Iraqê ku li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê û çavdêriya wê ji aliyê Bexdayê ve ye pesend kir. Xala 8emîn a madeya 14ê bû sedema nîqaşeke nû ya di navbera YNK û PDKê de. Di xala (a) xala 8an a madeya 14an de, giringiyê dide dayîna mûçeyên karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha divê “mafên veberhênanên parêzgehan li gorî pîvanên di qanûnê de” bide. Di benda (b) ya heman bendê de, eger benda (a) neyê cîbicîkirin, girtina tedbîrên pêwîst, fînansekirina parêzgehan jî di nav de, dikeve ser milê Serokwezîrê Iraqê.

Bendên navborî rê didin ku Hikûmeta Iraqê heger bixwaze, rasterast mûçeyên parêzgehan ji budceya Herêma Kurdistanê bibire û bi vî awayî rasterast bi Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebceyê re peywendiyên xwe hebe. PDK, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû), Civaka Dadwerî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) li dijî bendên navborî derketin lê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgirî da.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de behsa vê yekê hatiye kirin ku YNK di armanca xwe de serkeftî nebûye û rê li ber bidestveanîna van armancan hatiye girtin.

Polîtburoya PDKê spasiya fraksiyonên Kurdistanî û Encûmena Wezîrên Iraqê kir ku bi xweragirî rola xwe lîstine.