Du girtiyên Îlamê dest bi gireva birçîbûnê kirine
Hewlêr (Rûdaw) - Du girtiyên xelkê bajarê Awdanan li zindana Îlamê ji bo derbirîna nerazîbûna xwe ji êşkence û dirêjkirina dema girtina wan dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Li gor raporteke Rêxistina Parastina Mafên Mirov li Rojhelatê Kurdistanê, Nasir Rezayî û Mihemed Danyalî roja 9 vê mehê li zindana Îtîlatê li bajarê Îlamê dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Nasir Rezayî xelkê bajarê Awdanan li parêzgeha Îlamê ye, 22ê Gulana îsal li bajarê Ehwaz li parêzgeha Xuzistanê hatibû girtin.
Mihemed Danyalî jî endamê grûpa Binar a çiyayî ya Awdanan e, 14ê Gulanê li bajarê Dilêran li parêzgeha Îlamê hatibû girtin.
Heta niha rê nehatiye dan ku keskûkarên wan serdana wan herdu girtiyan bikin.
Di yekem roja vê mehê de, xelkê Awdana ji bo derbirîna nerazîbûna xwe li hember can ji dest dana Bamşad Slêmanxanî, dukan û bazarên xwe girtin û li ser cadeyan nerazîbûn nîşan dan.
Li gor çalakvanên Îlamê, Bamşad Slêmanxanî xelkê bajarê Awdanan e, roja 24 Gulanê ji aliyê Îtîlatê ve hatibû desteser kirin, di heman rojê de hatibû berdan, lê bi şev rewşa wî ya tendirustî têk çûbû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.