SÊRT - Li lojmanên polîsan şewat derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li lojmanên polîsan şewat derket û dûxanê bandor li 13 kesan kir.
Li Taxa Tekelê li jêrzemîna lojmana polîsan a 3 tebeqî ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Piştî wergirtina agahiyê AFAD, UMKE, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Şêniyên lojmanê ji malên xwe hatin derxistin û agir beriya ku mezin bibe hat vemirandin.
Tîmên tenduristiyê 13 kesên ku dûxanê bandor li wan kiribû bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.