DÊRSIM - Kevirên Munzurê dibin haveynê hunerê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê kevirên Çemê Munzurê wekî keresteyên hunerî tên bikaranîn.

Şêwekar Murat Ozan li nav Çemê Munzurê li pey kevirên pehn, guncav û paqij digere da ku wan ji bo çêkirina wêneyan bi kar bîne.

Çîroka Murat Ozanê Dêrsimî li ser şîreta mamosteyê wî yê dibistana seretayî dest pê kiriye ku ev şiyana wî dîtiye.

Murat niha 42 salî ye û li Dêrsimê şêwekarekî navdar e.

Çi li ser kaxezan û li çi li ser keviran bin resimên ku xêz dike bala xelkê dikişînin û eleqeyeke zêde dibînin.

Karê wî yê herî zehmet ew e ku ji nav Çemê Munzurê kevirên bikêrhatî peyda bike.

“Mirov çi qasî bixebite tiştê nû keşif dike”

Şêwekar Murat Ozan bi van gotinan qala çîroka xwe û hunerê kir:

“Ez ji zaroktiya xwe ve resiman çêdikim. Eşqa hunerê ji dibistana seretayî û lîseyê ve di dilê min de bû.

Pişt re min li ser kaxez tuvalê resim çêkirin. Hunera min bi pêş ket, mirov çi qasî bixebite û kar bike bi hunerê bi pêş dikeve.

Mirov çi qasî bixebite tiştê nû keşif dike. Yek ji van keşfên min jî kevirên Munzurê bûn.”

Ji bo dîtina keviran bi dehan kîlometreyan rê dide ber xwe û piraniya wêneyên xwe li nav xwezayê li peravên Çemê Munzurê xêz dike ku ji bo Dêrsimiyan pîroz e.

“Ne biryarek bû, îlhameke bi carekê re bû”

Murat Ozan diyar kir ku kevirên Munzurê ji bo wî haveynê îlhamwergirtinê ne û li pey gotinên xwe çû:

“Şêwekariya li ser kevirên Munzurê ne biryarek bû, îlhameke bi carekê re bû.

Dema min li peravên avê xweza xêz dikir min li keviran temaşe kir û min got dê çawa çêbe?

Piştî wê min çend caran ceriband, min dît ku tiştên xweşik derdikevin holê. Ji ber ku li herêma me pîroz in kevirên Munzurê xweşikahiyeke zêde didin.”

Mijarên resimên wî xweza, jiyana kovî û jiyana gundên Dêrsimê ye.

Bi taybetî Dêrsimiyên li xeribiyê û geştyar van resimên wî dikirin û bi xwe re dibin bajar û welatê ku lê dijîn.

“Dêrsimiyên li xerîbiyê eleqeyeke zêde nîşan didin”

Murat Ozan bal kişand ser meyla Dêrsimiyên li xerîbiyê ya ji bo hunera wî û xwe li axaftinê berda:

“Ez li standa xwe ya li navenda sûkê resimên xwe havînan pêşkêş dikim. Ez zivistanan xebatên xwe didomînim.

Dêrsimiyên li xerîbiyê eleqeyeke zêde nîşan didin. Dêrsimiyên ku hesreta welêt dikişînin, dema vî kevirî dibin welatên ku lê ne ji bo wan wateyeke cuda ye.

Carinan jî ji bo birina van kevirên ku berhemeke hunerî ne tiştên xwe yên din nabin û fedekariyê dikin.”

Jiyana Murat Ozan di navbera Çemê Munzurê û kargeha wî de derbas dibe û roj bi roj hunera xwe bi pêş dixe.

Ji bilî xweza, jiyana rojane û dîmenên Dêrsimê wêneyên navdarên Kurd jî çêdike û difiroşe.