Sînan Çîftyurek: Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê ti gavên pratîk neavêtine
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li ser pêvajoya aştiyê got, “Heta îro dewleta Tirk ji bo pêvajoya aştiyê ti pêngaveke berbiçav neavêtiye û sîstema federalî wekî xeta sor dibîne."
Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek beşdarî bultena Rûdawa Îro bû û pirsên Nwêner Fatih bersivandin.
Sîna Çîftyurek li ser gotinên Berdevka DEM Partiyê yên ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dixwaze bi rayedarên Herêma Kurdistanê û Mezlûm Ebdî re got:
"Hevdîtina Ocalan a li gel Serok Barzanî û serkirdeyên Başûrê Kurdistanê dê girîngiyeke mezin li ser pirsa Kurd li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hebe.
Li gorî vê yekê, niha çavê Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ye û çêbûna yekdengiyeke Kurdî, girîngiyeke wê ya mezin ji bo Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê heye."
Sînan Çîftyurek her wiha got, "Xwefesixkirin û rawestandina 'têkoşîna çekdarî' ji aliyê PKKyê ve, qonaxeke girîng e ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê.
Lêbelê, pirsgirêk ew e ku heta îro Tirkiyeyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê ti pêngaveke pratîk neavêtiye û hêj asoyê çareseriyê li Tirkiyeyê ne diyar e, ji ber ku dewleta Tirk sîstema federalî li welatê xwe wekî xeta sor dibîne, di demekê de ku daxwazên Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava sîstema federalî de cihê xwe digirin."
Sînan Çîftyurek got, "Divê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi rêya komîsyoneke parlamentoyê bê birêvebirin.
Dema me ligel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê gotûbêj kir, wî rasterast amadahiya xwe nîşan da ku komîsyoneke parlamentoyê ji bo pêvajoyê bê avakirin.
Ji ber vê yekê, niha em hemû li bendê ne ku em pêngavên pratîk ji aliyê dewlet û saziyên dewletê yên Tirkiyeyê ve bibînin ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê."
Îro Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku Abdullah Ocalan dixwaze derbarê pêvajoya çareseriyê de li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî hevdîtinan bike.
Doganê her wiha got, "Eger derfeta karê azad ji Abdullah Ocalan re bê dayîn, hemû ew fikarên ku piştî qonaxa xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê hene, dê ji holê rabin."
Doganê got jî, Abdullah Ocalan "bi xwe xwedî înîsiyatîf e û divê rê jê re bê dayîn ku pêwendiyê bi herkesî re deyne. Rêya rast ev e. Ev yek ji hêviyên me ye."
"Rojavayê Kurdistanê... Mifteya Çareseriyê"
Her di bernameya Rûdawa Îro de, endamê berê yê serkirdatiya PKKyê Halîl Ataç got:
"Tirkiye niha dixwaze derfetekê ji Kurdan re biafirîne û eger yekdeng bin, Kurd dikarin li Tirkiyeyê konfederalîzmê bi dest bixin."
Ataç her wiha got, "Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye û Rojavayê Kurdistanê mifteya çareseriya pêvajoya aştiyê ye.
Tevî ku Tirkiye dixwaze Rojavayê Kurdistanê sînordar bike û biçûk bike jî, armanca sereke ya Enqereyê ji destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li gel Kurdan, bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye."
Li gorî gotina Ataç, niha Rojavayê Kurdistanê ne tenê pirseke girêdayî Kurd û Tirkiyeyê ye, belkû rengeke wê ya herêmî heye û got:
"Sûriye, Îraq, Tirkiye, Îran û heta welatên din ên herêmê çavê wan li ser Rojavayê Kurdistanê û paşeroja vî parçeyî yê Kurdistanê ye.
Tirkiye dixwaze Kurdan nêzîkî xwe bike û berjewendiyên xwe biparêze, ne ku welatek an hêzeke din a herêmê hezkirina Kurdan ber bi xwe ve bikişîne."