Li Merîwanê agir bi daristanê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi daristanên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ket.
Çavkaniyeke ku nexwest navê wê were eşkerekirin ji Rûdawê re da zanîn ku agir doh piştî nîvro li devera "Gomarleş" û "Kolît"ê ya Merîwanê bi daristanê ketiye û şewatê beşeke daristanê û mêrgê daye ber xwe.
Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê dane, tîmên agirvemirandinê ji bo vemirandina agir neçûne û şewat bi hewla xwebexşan, jîngehparêzan û xelkê deverê hatiye kontrolkirin.
Her wiha bi dehan darên daristanê şewitîne ku temenê wan zêdetirî 100 salî ye.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku zêdetirî 40 donim daristan şewitiye û sedema agir jî ne diyar e û bi dehan ajelên kovî şewitîne yan jî birîndar bûne.
Bajarê Merîwanê 78 kîlometreyan ji navenda parêzgeha Sineyê dûr e. Parêzgeheha Sineyê xwedî 185 hezar hektar daristan e.