Serok Barzanî: Kerîm Şingalî mêrê rojên giran bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di merasîma xatirxwestina ji Kerîm Şingalî de got, “Kek Kerîm mêrê rojên giran bû.”

Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî doh (10.06.2025) di 75 saliya xwe de koça dawî kir.

Termê Kerîm Şingalî îro ji Dubaiyê hat Herêma Kurdistanê û li balafirgeha Hewlêrê bi merasîmekê hat pêşwazîkirin.

Serok Mesûd Barzanî li merasîmê axivî û got, “Kek Kerîm mêrê rojên giran bû” û li pey çû:

"Kek Kerîm her ji temenê zaroktiyê ve, li malbateke Kurdperwer mezin bûye.

Ji dema ku li Koleja Yasayê Bexdayê xwendekar bû ve endamekî çalak ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.”

“Xweda vî miletî biparêze û Kurdistan bextewer be”

Serok Mesûd Barzanî li ser kesayetiya Kerîm Şingalî jî wiha axivî:

“Bi rastî jî mêrê rojên giran bû. Ez şahid im, şahidê têkoşîn, dilsozî û wefadariya vî birayî me.

Sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim lê berî wê sersaxiyê ji xwe re dixwazim, cihê wî bihişt e înşalah û mirin rêyeke heq e.

Her yek ji me di roja xwe de digihije û înşalah Xweda vî miletî biparêze û Kurdistan bextewer be û ava be û nifşên dilsoz ên wekî Kek Kerîm jî înşalah her dem di xizmeta vî welatî de bin."

Kerîm Şingalî kî ye?

Ebdulkerîm Sultan Ebdullahê ku wekî Kerîm Şingalî tê naskirin sala 1950î ji dayîk bûye û di şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmergetî kiriye.

Kerîm Şingalî sala 2022yan ji bo tedawîyê çû derveyî welêt û meha Hezîranê ya 2022yan vegeriya û ji wê demê ve di bin çavdêriya bijîşkan de bû.

Dema ku Kerîm Şingalî ji bo çareseriyê çû derveyî welêt, Birêvebirê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Ji bilî Pêşmergetiyê di şoreşên Gulan û Îlonê de Kerîm Şingalî piştî Raperînê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rola wî ya bibandar hebû.

Salên 1993-1994an Birêvebirê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê bûye û di kabîneyên pêncem, şeşem, heftem û heştem ên Herêma Kurdistanê de jî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Piştî ku sala 2005an Kabîneya Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hate damezirandin, Kerîm Şingalî wekî Wezîrê Karên Navxwe hate destnîşankirin.

Kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2009an bi serokatiya Berhem Salih û cîgiriya Azad Berwarî hate damezirandin, di wê kabîneyê de jî Kerîm Şingalî li ser heman erkê bû.

Di kabîneyên heftem û heştem ên bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de jî Kerîm Şingalî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Kerîm Şingalî sala 1971ê beşa Yasa û Ramyariyê li Zanîngeha Bexdayê temam kir û salên 1971-1973yan li Bexdayê parêzerî kiriye.