Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Kanadayê demek berî niha gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê.
Îşev Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Sajjan di çarçoveya serdanekê de gihîşt Herêma Kurdistanê.
Harjit Sjjan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet Kerîm Şingalî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.
Bieyar e Sajjan di vê serdana xwe de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û fermandeyên Hêzên Pêşmerge bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse