Hêzên Îtilaata Îranê 3 çiyavanên Kurd girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Sê çiyavanên Kurd ên endamên Grûpa Çiyagerî ya Helo ya Seqizê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine girtin.

 

Li gor zanayriyên ji çavkaniyên xwecihî ve, rojên Duşem û Sêşemiya vê heftiyê hêzên Îtilaata Îranê avêtine ser malên 3 kes ji endamên Grûpa Çiyagerî ya Helo ya Seqizê û her sê kes desteser kirine.

 

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistannê (KMK) ragihandiye, Fayiq Yûsifî, Behmen Gulalî û Hadî Mihemedzade ji aliyê hêzên Îranê ve bi tohmeta endambûn di partiyeke Kurdî ya opozisyona hikûmetê de û propagandaya li dijî hikûmetê hatine girtin.

 

Li gor heman çavkaniyê, hêzên Îtilaata Îranê lêgerîn û pişkinîn li malên wan kesan jî kirine û dest bi ser hin kelûpelên her sê çiyavanên Kurd de girtine.