Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikevin pêvajoyeke nû ku tê de gavên siyasî û leşkerî yên bilez tên avêtin.
Piştî salên dirêj ên rawestan û şer, pêvajoyeke ku bi silaveke neçaverêkirî li Parlamentoya Tirkiyeyê dest pê kir û bi banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û ragihandina xwefesixkirina PKKyê gihişt qonaxeke dîrokî.
Tê payîn ku komek gerîla îro wekî nîşaneya niyetpakiyê li bajarê Silêmaniyê çekên xwe deynin.
Ev 5 gavên krîtîk, wekî nexşerêyeke nû ya çareseriyê tên dîtin û çavên hemû cîhanê li ser encamên wê ne.
5 gavên krîtîk
1. 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an: Silava ku kodên siyasetê guhertin
Her tiştê li ber çavan di rojeke asayî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de dest pê kir.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeliyê ku wekî yekî ji dijberên herî tund ê siyaseta Kurdan tê naskirin, li parlamentoyê silav da hevserok û parlamenterên DEM Partiyê û rahişt destê wan.
Ev silava kin, di siyaseta Tirkiyeyê de bû sedema erdhejekê.
Analîstên siyasî ev gav wekî "sînyala yekem a nermbûna dewletê" û "vekirina deriyekî nû" şîrove kir.
Her çend di destpêkê de wekî tevgereke şexsî hat dîtin jî paşê derket holê ku ev gav beşek ji planeke berfirehtir a hikûmetê bû ji bo destpêkirina diyalogê.
2. 27ê Sibata 2025an: Banga dîrokî ji Îmraliyê hat
Piştî nîqaşên siyasî yên çend mehan û hevdîtinên veşartî yên hinek şandeyan ên li Girava Îmraliyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek ji raya giştî re şand.
Ocalan di peyama xwe de bi awayekî eşkere bang li PKKyê kir ku xwe fesix bike.
Ocalan di peyama xwe de got, "Êdî dema çekan qediyaye.”
Ev bang li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi carekê re bû rojev hêviyên ji bo aştiyê careke din geş kirin.
3. 12ê Gulana 2025an: Qendîlê bersiv da, PKK xwe fesix dike
Çavê her kesî li bersiva Birêvebiriya PKKyê ya li Çiyayê Qendîlê bû.
Piştî nêzîkî sê mehan ji civîn û nîqaşên navxweyî, Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew pêbendî banga Rêberê xwe Abdullah Ocalan in û wekî rêxistin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) fesix dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser bingeha nexşerêya Rêber Apo, ji bo ku êdî xwîn neyê rijandin û pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe, em wekî tevgereke siyasî û civakî dê têkoşîna xwe bidomînin û çalakiya çekdarî bi dawî dikin."
Ev biryar di dîroka 47 salan a PKKyê de wekî werçerxeke herî mezin hat tomarkirin.
4. 9ê Tîrmeha 2025an: Ocalan bi vîdeo xuya bû û bangên xwe ducare kirin
Ji bo ku tu guman li ser pêvajoyê nemînin û ji bo ku peyama wî rasterast bigihîje gel, piştî gelek salan cara yekem dîmeneke vîdeoyî ya Abdullah Ocalan hat belavkirin.
Ocalan di vîdeoya kurt de bi awayekî aram û zelal bangên xwe yên ji bo danîna çekan û çareseriya demokratîk ducare kirin.
Wî teqez kir ku ev pêvajo stratejîk e û divê hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin da ku bigihîje serkeftinê.
Belavkirina vê vîdeoyê hem di nava raya giştî ya Kurdan de hem jî di navbera gerîlayan de bandoreke mezin çêkir û baweriya bi pêvajoyê xurttir kir.
5. 11ê Tîrmeha 2025an: Li Silêmaniyê gava sembolîk a danîna çekan
Wekî gava herî dawî û berbiçav a vê pêvajoyê, biryar hat dayîn ku komek gerîla bi awayekî sembolîk çekên xwe deynin.
Ji bo vê merasîmê bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Tê payîn îro komek gerîla di merasîmeke ku dê hevserokên DEM Partiyê û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bin çekên xwe deynin.
Ev pêngav wekî "nîşaneya niyetpakiya" Partiya Karkerên Kurdistanê û destpêka pratîkî ya pêvajoya bêçekbûnê tê dîtin.
Hikûmeta Tirkiyeyê heta niha bi awayekî fermî bi baldarî nêzîkî mijarê dibe lê çavkanî diyar dikin ku ev gav bi agahdarî û koordînasyona Enqereyê tên avêtin.
Mixalefet jî banga şefafiyetê dike û dixwaze ku Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêvajoyê were agahdarkirin.
Çav li rê ye ku piştî van gavan nîqaşên li ser mafên destûrî, efûya giştî û vegereke bi rûmet a gerîlayan bikevin rojevê.
5 GAVÊN KRÎTÎK ÊN PÊVAJOYÊ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 11, 2025
♦️1ê Çiriya Pêşîn a 2024an: Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li parlamentoyê silav da DEM Partiyê
♦️ 27ê Sibata 2025an: Abdullah #Ocalan ji bo danîna çekan bang kir
♦️ 12ê Gulana 2025an: Partiya Karkerên Kurdistanê (#PKK) ragihand ku ew xwe fesix dike… pic.twitter.com/38Zxlf1ytY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse