HSD: 2 şervanên me şehîd ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Şervanên me Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) û Rûbar Dirbêsiyê (Samî Qihêt El Ugle) şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniya HSDyê, Diyar ji ber krîza dil û Rûbar Dirbêsiyê jî ji ber qezaya leşkerî canê xwe ji dest daye.

Her wiha Diyar 8ê Tîrmeha 2025an li Reqayê û Rûbar Dirbêsiyê jî 3yê Tîrmeha 2025an li Zirganê canê xwe ji dest daye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku agahiyên li ser nasnameyan her du şervanan wiha ne:

Diyar: Navê wî yê fermî Mihemed Ereb e. Navê dêya wî Xedîce, navê bavê wî Beyrem e. Ji navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Rûbar Dirbêsiyê: Navê wî yê fermî Samir El Ugle ye. Navê dêya wî Esma, navê bavê wî wî Qihêt e. Ji bajarokê Mergedayê yê kontona Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye.