Rûdaw cihê danîna çekan eşkere dike
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji Rûdawê re ragihand ku merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê dê li Şikefta Caseneyê ya li Silêmaniyê be.
Endamê KNKyê Dr. Hekîm Ebdulkerîm ku beşdarî merasîmê dibe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Em li cihê merasîmê ne û ew dê li Şikefta Caseneyê ya li ser sînorê nahiyeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê birêve pêk were."
Di dema amadekirina vê nûçeyê de, rojnamevan û mêvan li ser rê ne û diçin cihê merasîmê.
Biryar e di nava çend saetan de komeke gerîlayên PKKyê wekî "nîşaneya niyetpakiyê" ji bo pêvajoya aştiyê çekên xwe deynin û îmha bikin.
Şikefta Caseneyê ku 50 kîlometre dûrî rojavayê bajarê Silêmaniyê ye, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e û îro bi dehan geştyar serdana wê dikin.
Stargeha Şêx Mehmûd û Pêşmergeyan
Şikeft di şoreşa Kurd de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Di sala 1923an de, Şêx Mehmûdê Hefîd ev şikeft kiribû penageh û çapxaneyek li wir damezrandibû.
Yekem rojnameya Kurdî ya bi navê "Bangî Heq" ku wekî dengê têkoşîna gelê Kurd tê dîtin, ji vê derê hatiye weşandin.
Di şoreşa nû de jî şikeft li dijî rejîma Beasê, li deverên Sûrdaş, Dûkan û zincîreçiyayê Pîremegrûnê bûye stargeheke girîng a hêzên Pêşmerge.
Şikeft ser bi gundê Casene ye ku piştre gund ber bi jêr ve hatiye veguhastin û niha bi navê Kanîxanê tê naskirin.
#WÊNE - Şikefta Caseneyê, cihê ku gerîla dê çekên xwe deynin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 11, 2025
📌 Li gorî agahiyên Rûdawê, merasîma çekdanînê dê li Şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaşê ya Silêmaniyê pêk were
📌 Ew şikeft 50 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Silêmaniyê û li pişt gundê Kanî Xanê, li quntara… pic.twitter.com/mMXQyhZlQz
Rûdawê beriya çend salan fîçerek li ser Şikefta Caseneyê amade kiribû.Şikefta Caseneyê, cihê ku gerîla dê çekên xwe deynin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 11, 2025
📌 Li gorî agahiyên Rûdawê, merasîma çekdanînê dê li Şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaşê ya Silêmaniyê pêk were
📌Ew şikeft 50 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Silêmaniyê û li pişt gundê Kanî Xanê, li quntara… pic.twitter.com/PWtf8sgVn9
Şikefta Caseneyê, cihê ku gerîla dê çekên xwe deynin