Çekdarên Nusre li Efrînê êrîşî xala kontrolê ya YPGê kirin

11-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrgha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku çekdarên dewleta Îslamî ya Şam/Iraqê û Cebhet el-Nusra şeva borî li gundê Basofanê yê navçeya Şêrewa êrîşî xalekî kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê kirin.

Li gor zanyariyên Çavdêrgehê, di encama êrîşê de, şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest da û 3ê çekdarên êrîşkar hatine kuştin.

Çavdêrgehê herwiha ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Şam/Iraqê û Cebhet el-Nusra gundê Basofanê bi hawinan topbaran kirine.

Derbarê encamên topbarankirina gund de, Çavdêrgehê tu zanyarî ne dane, lê tekez kiriye ku hîn şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de berdewam in.

Ev êrîş di demekê de ye ku şer û pevçûnên di navbera herdu aliyan de li Herêma Efrînê rawestiya bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst